Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

HRANA: Li Îranê di nava 46 rojî de herî kêm 6 hezar û 506 kes hatin qetilkirin

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di çalakiyên şermezarkirinê de di nava 46 rojî de herî kêm 6 hezar û 506 kes hatin kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) di raporeke xwe de bîlançoya xwepêşandanên di roja 46'an de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûne, eşkere kir.

Li gorî rapora HRANA'yê, hejmara giştî ya miriyan 7 hezar û 2 ye. Hate ragihandin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dan 6 hezar û 506 kes xwepêşandêr bûn ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin kuştin. Ji qurbaniyan 216 kes zarok bûn.

Di raporê de tê destnîşankirin ku 11 hezar û 730 bûyerên mirinê hîn jî di bin lêpirsînê de ne û hejmara sivîlên birîndar wekî 25 hezar û 22 hatiye ragihandin.

Her wiha tê gotin ku 52 hezar û 941 kes hatine girtin ku 136 ji wan xwendekar in û 11 hezar û 51 kes ji bo îfadeyê hatine gazîkirin.

Wekî din, rapor destnîşan dike ku hejmara vîdeoyên ku di bin navê "mikurhatinê" de ji aliyê çapemeniya alîgirê rejîmê ve hatine belavkirin, gihîştiye 337'an.